Ka Bêjin Mijar Çi Ye!
Li vê derê lihistikeke bi hijmaran rudide ku pewist e mirhov bala xwe bi hişyarî bidiye, anko ji aliyekî ve daneyên li ser vê mijarê pir kêm in û ji aliyên din ve, pevajoya bikaranîna hemwelatî li her kantonê cuda tê birêvebirin. Lê belê mirhov karê di vir de, destê direj yê dewleta Tirk di nav rêveberî û fermanbariyên Elman de têbigihişe.
Em ji derdora bajarê Freiburgê nezîkî 10 rudanên redkirina hemwelatiya Elman yên mirhovên Kurd zanin. Ji bilî wan, em bi 5 kesên ku bi bêgaviya dayîna agahiyê li cem fermanbaran (wek mînak; heftiyê carekî) ku gelek caran bi tengkirina tevgera cihî (Residenzpflicht) vê girêdayiye, nas in.
Her çikas ev hijmar wusa gelek xwiya nekê jî, hijmara naye zanîn pir zêdetir e. Em karin hijmara wan kesan biberisênin. Wekî hijmara van kesan di bajarekî wek Freiburgê de ku 200 hezar niştîvanên wê hene, 15 kes bin, li tevahiya Elmanya wek 6000 kes derdikevê holê. Ma hêjî hijmar kêm e? Em berdewam bikin: Li gora berisandina li Elmanya nezîkî milyonek, milyonek û nîv mirhovên Kurd hene. Ev jî tê wê wateyê ku her ji 100 kesî yek jê, keseke ku hemwelatiya wê/wî hatiye redkirin. Ev hemand demî tê wê wateyê jî ku ji her benç an deh malên Kurd de herî bikêmasî mirhovek heye ku ji aliyê Parastina Makezagonê (Verfassungsschutz) ve tê an hatiye caxwdêr kirin. Ev jî kare were wê wateyê ku kêm zêde tevahî mirhovên Kurd li Elmanya tên caxwdêr kirin.
Bêguman, ev hijmar pir spekûlatîf in. Li Freiburg; fraksiyona civata şaredariyê „Bajarak ji bona herkesî“ ji şaredarê bajarê mezin pirsiye ku hinek ronahî ji bona vê mijara tarî derxê holê.
Lê belê wekî kasî misqalekî rastî di van hijmaran de hebe, mirhov kare bêpirsgirek tahmîn bike, gelo çi wate ji bona mafê azadî yê axaftina ramanî, ji bona mafê çalakiyê û nêvengên din yên jiyanê yên mirhovên Kurd li Elmanya heye.
Em komek mirhovên ji derdora Freiburgê ne, yên ku dijî redkirina hemwelatiya Elmanî ya hevalê me Mistafa C. de tevgerê dikin. Û em dixwazin bûyera wî wek mînakeke raveker bidin naskirin.
Mistafa bi salan e, li Freiburg jiyan dike û li vê derê di warê polîtîk de ji bona wekhevî û aşitiyê li Tirkî û Kurdistanê çalak e. Ev çalakiya polîtîk niha li serî wî bûye bela. Serlêdana wî ya ji bona hemwelatiya Elman, ji bona çalakbûna wî ya li Elmanyayê hate redkirin. Wî jî dijî vê de îtîraza xwe daye.
Ev bi salan e, Kurd ji ber dîktator û bindestiyê reviyana Elmanya, dîse jî li vê derê bi avayekî sîstematîk rêya hemwelatî li ber wan tê girtin. Sedema redkirinê bi gelemperî çalakbûna wan ya siyasî ye û hevxebata fermanbarên Elman û hikumeta Tirkî ye. Ji bona vê yekê, me biryar da ku em bi vê mijarê derkevin ber raya giştî û wê li ser vê mijarê agahdar bikin.
Hijmara reş ya redkirina serlêdanên hemwelatiyê pir gir e, lê belê raya giştî ya Elman tenê bi hijmareke hindik dihesihe. Tahmîneke li gora hijmarên li Freiburgê û hinek bajarên din dide xwiyakirin ku qasî 2000 redkirinên hemwelatî hene. Di serde hijmareke nediyar ya metirsiya ji derxistina Elmanyayê hene ku bi statuya runiştina wan jî gef tê xwarin, qaşo ev „ji bona ewleyiya civakî xeter“ in. Pewist e, were gotin ku li vir qala wan mirhovan tê kirin, yên ku bi ti sizayî nayen tawanbar kirin!
Ev mijar hinekî bi kirinên li ser rudana Mirad Akgûl ji Nürnbergê, di sala 2019´an de hate naskirin. (bnr. https://www.br.de/nachrichten/bayern/kurde-aus-nuernberg-nach-30-jahren-abgeschoben,Rh9SX18). Bêguman ev jî, ne bûyerek takekesî ye, behtir dîtbara serê çiyayê qeşayê ye.
Ev tevgera fermanbarên Elman diçe ser qedexekirina PKK ya ku sala 1993 ji aliyê wezîrê navîn ve hatibû pêjirandin. Lê belê tu caran ev kesên xweyîyê vê mijarê bi emdamtî an jî tiştek wusa nehatine tawanbar kirin. Bi gelemperî mijar diçe ser têgîneyeke wek „Nezîkî-PKK“ ku mirhov nikare dibinde tiştek şênber têbigihişe. Ev têgîneyeke ku di konteksa Kurd de çi bi polîtîka çep hebe, bêrexne dikin bin de. Guftûgoyeke naverokî tucara naye kirin.
Kî nerînekê baveje ser dîroka Kurd ya sedsalî, wê zu têbigihişe, gelo çima mirhov ji bona civakeke demokratîk, wekheviya zayendî, piretnîkî û pirramyarî tewger dikin. Kesê bixwaze şerên li her aliyên Kurdistanê bi dawî bene ku bêyî bingiha şerekî din yê dijwar deyne, wê bêgav bimêne, xwe bi polîtîk ji bona pircureyiya civakî û aşitiyê çalak bike.
